Olçay a Heskîfî ku ji bêgavî koç kir: Bîranên min di baxçeyê min de man 2019-10-16 09:23:03 ÊLIH – Hazera Olçay ku ji ber Bendava Ilisûyê ji bêgavî ji Heskîfê koç kir, got: "Bîranînên min di baxçeyê mala min de man. Bi zorê me dişînin."    Ji ber Bendava Ilisûyê, rûxandin û koçberiya li Heskîfa dîrokî didome. Heta niha herî kêm 100 malbat ji vî bajarê qedîm û dîrokî koç kirine û li bajarê nû hatiye çêkirin bi cih bûne. Hatibû daxuyandin ku wê bajêr di 8'ê Cotmehê de bi temamî bê valakirin, lê belê ji ber rêya nû nqediyaye valakirin heta meha Mijdarê hatibû taloqkirin.    'MIN BI ZORÊ DIŞÎNIN'   Ji kesên ji bêgavî koç dikin yek jê jî Hazera Oolçay a 56 salî ye. Olçay, anî ziman ku wan di sala 1996'an de mala xwe li kêleka Mizgefta Eyyûbiy çê kiriye û got, wan darên xwe jê kirine û bi girî koç kirine. Olçay, destnîşan kir ku bîranên wan di baxçeyê mala wan de mane û got: "Nizanim ez ê çi bibêjim. Me bi ked û xwêdana eniya xwe ev der çê kirin. Zarokên min boyaxvanî dikirin û me bi keda wan xaniyê xwe çê kiribû. Nizanim ez ê çi bibêjim. Ma wisa hêsan e mirov terka van deran bike. 5 sal bûn bi tena serê xwe lê bi awayekî aram di vê malêd e dimam. Niha tu hizûra ji me re nemaye."    Olçay, got: "Min bi zorê ji vira dişînin. Ez bi riza dilê xwe naçim. Ez heqê xwe helal nakim."    DÎSA KOÇBERÎ   Kurê Olçayê Saît Olçay jî destnîşan kir ku Heskîf tim koçber dibe û xwest rê li ber vê bê girtin. Olçay, da zanîn ku di salên 1950'yî de dewletê jiyana li şikeftan qedandiye û got: "Koçberiyek çê bû. 70 sal şûnde dîsa ev gel tê koçberkirin. Aha, halê cihê nû li ber çava ye. Em çûn cihekî wekî şantiyeyê ye." Olçay, bilêv kir ku ji ber betaliyê çûye Antalyayê û got: "Li vira me li ber xwe da, em têkoşiyan. Lê nebû. Lê dîsa jî em dixwazin em li Heskîfê bijîn."    'MA KÎ DIXWAZE BÎRANÎNÊN XWE BIFIROŞE?'    Olçay, qanûna îstimlaqkirinê bi bîr xist û got: "Hin kes dibêjin 'Heskîfiyan axa xwe firot û xwestin di bin avêd e bimîne.' Na, ev ne rast e. Dewletê qanûnek çê kir û wê fiyet li xanî û erdan xist. Ger hûn qebûl nekin jî pereyê we dixin hesabê we. Ji xwe pereyê dane li ber çava ye. Ma kî dixwaze bîranînên xwe, zarokatiya xwe, axa xwe ji bo bendavekê bifiroşe? Me nexwest."    MA / Metin Yoksu