Bi hinceta 'Ji bo HDP'iyan devliken bûn' hatin fîşkirin 2019-10-16 09:22:13 MÊRDÎN - Piştî careke din qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, xebatkarên şaredariyê bi hinceta "Kesên ji bo HDP'iyan devliken bûn" hatin fîşkirin û ji bo îstifa bikin bi mobbîngê re rû bi rû man.  Wezareta Karên Navxweyî di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin kir. Heta niha qeyûm Walî Mûstafa Yaman 187 kes ji kar avêtine. Her wiha hat destnîşan kirin ku rêveberiya qeyûm bi hinceta "Kesên ji bo HDP'iyan devliken bûn" hin xebatkar jî fîş kirine û ji bo ev kes îstifa bikin wan ji qada wan î pisporiyê girtine û wan dane ser karên din.    Xebatkarên ji bo ewlehiyê nexwestin navên wan bên aşkerekirin, bilêv kirin ku çawa qeyûm hatiye ser kar rêvebirin berê nelirêtî kirine dîsa anîne û gotin: "Çawa hatin cihê me guherandin. Me sirgûn kirin. Me dan ser hin karên ku ne qada me ya pisporiyê ye. Îstifayê li me ferz dikin." Xebatkaran, anî ziman ku kesên di şaredariyê de endezyar, civaknas û tenduristkar bûn, cihê wan hatiye guherandin û wan dane ser "karê paqijiyê". Xebatkaran, got: "Rêvebirên berê karên nelirê dikirin û careke din hatin ser kar mobbîngê pêk tînin. Dixwazin em îstifa bikin. Kesên îstifa nakin jî wan didin ser karine din. Cihên kesên gava rêveberiya HDP'î hat û ji bo wan devliken bûn û xêrhatina wan kirine diguherînin."