Paltforma Koçberiyê: Koçberiya li Nisêbînê koçberiyeke demborî ye 2019-10-16 09:21:07 MÊRDÎN - Endamên Platforma Koçberiyê ku çûn Nisêbînê û lêkolîn kirin, destnîşan kirin ku ji bo gel koç bike bombebaran tê kirin û gotin, koçberiya li navçeyê koêberiyeke demborî ye.    Piştî êrîşên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirinî li Nisêbîna Mêrdînê hin malbat ji bêgavî koç kiribûn. Lê belê niha malbatên koç kiribûn hêdî hêdî vedigerin û esnafên li navçeyê jî dikanên xwe vedikin. Endamên Platforma Koçberiyê ku ji bo lêkolînkirin çûn Nisêbînê, destnîşan kirin ku koçberiya li navçeyê koçberiyeke demborî ye.    'JI BO GEL KOÇ BIKE HERÊM TÊ BOMBEBARANKIRIN'    Berdevkê Platforma Koçberiyê Selahattîn Guvenç, diyar kir ku çûne cihên hatine bombebarankirin. Guvenç, anî ziman ku armanca sereke ya bombebaranê ew e ku şêniyên bajêr koç bikin û got: "Bila gelê me dev ji axa xwe û malên xwe bernede. Em çûn cem essnafan, li cihê bombe lê teqiyan me serdana gel kir. Em çûn şîna malbatan. Gel dibêje 'Em baş dizanin ev bombe ji ku tên. Kesên berê malên me rûxandibûn niha careke din bajarê me bombebaran dikin."    'DEMBORÎ YE'    Guvenç, anî ziman ku şêniyên taxê gotin piştî teqînan polîs herêm paqij kiriye û roketên avêtine berhev kirine. Guvenç, da zanîn ku nêviyê welatiyan koç kirine û got: "Lê belê malbat piranî çûne navendê û navçeyan. Malbat amûrên xw enebiren. Ev jî nîşan dide ku ev koçberiyeke demborî ye. Em bang li gel dikin ku koç nekin."    Guvenç, destnîşan kir ku êrîşên li ser sivîlan bi tu awayî nayên qebûlkirin û got: "Dixwazin tovên dijminahiyê bireşînin. Divê em li dijî van polîtîkayan hişyar bin."    ‘NAXWAZIN KOÇ BIKIN'    Endama Platforma Koçberiyê ya Amedê Dîlek Erîk jî, anî ziman ku gel naxwaze dev ji malên xwe berdin û ji bo lêkolînan got: "Pêşî em çûn Maseya Krîzê. Paşê em çûn taxên ku topên hewanê li wan ketibû. Tişta me dît, ew bû ku gel naxwaze ji vira derkevin. Esnaf naxwazin biçin."