'Li dijî êrîşan bersiva mezin Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e' 2019-10-16 09:20:45 COLEMÊRG - Welatiyên ku nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dan, bilêv kirin ku bersiva herî mezin Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e.  Li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelê kurd bû yek. Kurd li gelek welatan nerazîbûnên xwe nîşan didin û bi rojan e li qada ne. Li Colemêrgê jî kurdan bilêv kirin ku li dijî van êrîşan bersiva herî mezin Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e.    Şîrîn Kanat, bilêv kir ku di dîrokê de kurd pir êşiyane û got, ji bo ev êrîş bi dawî bibin pêdivî bi yekîtiyeke neteweyî heye. Kanat, got: "Ger kurd yek bûna, wê şerê li Sûriyeyê jî neqewimiyana. Eger yek bûna wê siyasetmedarên me ne di girtîgehan de bûna, wê rûmeta me bin pê nekirina. Ji ber em ne yek in em ev qasî dimirin."    'ÇARESERÎ DI DESTÊ KURDAN DE YE'    Îsmaîl Guldal ku li gundê Peyanîzê şivantiyê dike, bilêv kir ku êdî Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bivê nevê ye. Guldal, destnîşan kir ku divê li dijî êrîşên Tirkiyeyê kurd bi hev re tev bigerin û got: "Eger di rewşeke wiha de jî kurd nebin yek nexwe bila her kes şewqeya xwe deyne ber xwe bifikire. Çareserî di destê kurdan de ye."    Hasan Pala jî got: "Eger kurd nebin yek wê nemînin. Loma em bang li hemû kurdan dikin. Tenê rêyeke heye ew jî yekîti ye. Werin em bibin yek."    Selahattîn Kanat jî diyar kir ku bi salan e tenê daxwazek wan heye ew jî yekîtiya kurda ye. Kanat, got: "Êdî em dixwazin ev zilm û îxanet biqede. Eger em bibin yek, bi îzna Xwedê em ê bi ser biekvin. Heta em şerê birakujiyê bikin û îxanetê bikin em ê bieciqin û perîşan bibin."    'DIVÊ RÊBERÊN KURDAN LI HEV KOM BIBIN'   Nerîman Kanat jî destnîşan kir ku ji ber yekîtiya neteweyî tune ye êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin û got, divê mdî kurd bibin yek. Kanat, anî ziman ku divê rêberên kurd li hev kom bibin û ji bo yekîtiya neteweyî gavina bavêjin.