Li Cizîrê avêtin ser malan 2019-10-15 22:23:49   ŞIRNEX - Li Cizîrê, duh bi molotof û fîşekên hewayî êrîşî wesayîtên zirxî hatibû kirin. Piştî bûyerê îro polîsan li heman taxê avêtin ser malan.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê duh êvarî li Taxa Yafesê bi molotof û fîşekên hewayî êrîşî wesayîtên zirxî yên li nav taxan digeriyan hat kirin. Piştî bûyerê îro danê êvarî polîsan li heman taxê avêt ser malan.   Hat ragihandin ku di avêtina ser malan de kesek hatiye binçavkirin.