Ji ber bi kurdî axivî êrîşî kalê 74 salî kirin 2019-10-15 22:16:28   ÇANAKKALE - Li Nexweşxaneya Zanîngeha 18'ê Adarê, gava Ekrem Yaşli yê 74 salî bi hevjîna xwe re bi kurdî axivî, xizmê nexweşekî din êrîşî wî kir. Yaşli, ji ber êrîşê birîndar bû.    Li Nexweşxaneya Zanîngeha 18'ê Adarê ya Çanakkaleyê, gava Ekrem Yaşli yê 74 salî bi hevjîna xwe ya nexweş Bedriye Yaşli (71) re bi kurdî axivî, bi êrîşeke nîjadperest re rû bi rû ma. Li gorî agahiyê bi dest ketin, Yaşli bi hevjîna xwe ya bi tirkî nizane re bi kurdî axiviye, xizmê nexweşekî din ê li heman odeya nexweşxaneyê bertek nîşan daye û gotiye: "Ev der Dewleta Komara Tirkiyeyê ye." Piştî van gotinan dibêje ji odeyê derdikeve û vê carê di dest wî de şûşeyeke sodeyê dikeve hundur û şûşeyê davêje Ekrem Yaşli. Şûşe li serê Yaşli dikeve û birîndar dibe.    Hat diyarkirin ku têkildarî mijarê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Çanakkaleyê hatiye dayîn.