'Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê' li Kobanê sivîl revandin 2019-10-15 19:33:17     KOBANÊ - Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê li Kobanê sivîl revandin.    Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê di roja 7'an de berdewam dike. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Mîllî ya Sûriye (SMO) ku girêdayî Tirkiyeyê ye, êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku komek endamên TMO û TSK'ê li Kobanê sivîl revandin. Çavkaniyan anîn ziman ku komên SMO, welatiyên sivîl ên li herêma navbera Gundê Ebû Sûra û Bajaroka Çelebiyê ya Başûrê Kobanê revandine. Welatiyan anîn ziman ku li gel Hêzên Koalîsyona Navdewletî li wir e jî tu tişt nekiriye.