Parlementoya Herêmê 12 xal ji bo piştgiriya Rojava erê kir 2019-10-15 18:53:26   HEWLÊR -  Parlementoya Herêma Kurdistanê 12 xal ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê erê kirin û ji bo alîkarî komkirinê jî hilmeteke nîştîmanî ragihand. Parlamentoye diyar kir ku parlemetoya Kurdistanê li dijî şer e û daxwaz dikin her cûre şerê leşkerî bi dawî bibe. Li dewsa wê rêya çaerseriya aşitiyane û diyalog bê tercîh kirin.   Parlementoya Herêma Kurdistanê, piştî êrîşên Tirkiye yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rûniştineke taybet li dar xist. Di rûniştinê de li gel piştgiriya siyasî, dîplomatîk û madî bo Rojavayê Kurdistanê, hemû fraksyon daxwaza yekrêziya Kurd û derxistina hêzên biyanî (Tirkiye) ji Başûrê Kurdistanê kirin.   12 xalên ku parlamentoyê erê kir wiha ne:    *Parlemetoya Kurdistanê li dijî şer e û daxwaz dikin her cûre şerê leşkerî bi dawî bibe. Li dewsa wê rêya çaerseriya aşitiyane û diyalog bê tercîh kirin.   *Em bi tundî êrîş, operasyon û hedefgirtina welatiyên sivîl şermezar dikin. Daxwaz dikin can û malê welatiyan û dezgehên medenî bên parastin.   *Parlementoya Kurdistanê ji bo parastina ewlekarî û aşitiya navdewletî, li ser esasê peymanên navnetewî, daxwaz ji civaka navnetewî, NY, YE û rêxistinên navnetewî û herêmî dike, hewldanên xwe zêdetir bikin, zextên dîplomatîk siyasî ji bo bidawîna ev şer û operasyona dijî Rojava zêdetir bikin.   *Em Hiikûemta Herêma Kurdistanê erkdar dikin biqasî hêza xwe, bi hevkarî û hemahengiya rêxistinên navnetewî, hemû amadekariyên pêwîst ji bo pêşwazîkirina penaberên ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe bidin herêmê bikin.   *Daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê û dezgeha serokatiyê dikin, bi hemahengiya hikûmeta Federal û aliyên siyasî, bikevin nava hewldaneke dîplomatîk ji bo piştgirîkirina bijardeya aşitiyê.   *Daxwazê ji Hikûmeta Federal a Iraqê dikin, alîkarî bide saziyên hikûmî yên Herêmê ji bo dabînkirina pêwîstiya penaberên Rojava. Ji bo vê jî ji bûdceyek parek ji bo penaberan veqetîne.   *Daxwazê ji konsolosxane û nûnerên welatan ên li Herêma Kurdistanê dikin, hikûmetên xwe ji rewşa Rojavayê Krudiatnê agahdar bikin. Hewl û zetek dîplomatîk çêbikin ji bo rawestandina şer û pevçûnên çekdarî. Pêwîste bijardeya çareserî û guftûgoyê ferz bikin.   *Parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo komkirina alîkariyê, hilmeteke nîştîmanî  radigihîne. Daxwazê ji welatiyên herêmê dikin bi erka xwe ya mirovî û dostane rabin. Hemû dezgehên hikûmî û nehikûmî bi hawara penaberan ve biçin.   *Parlementoya Herêma Kurdistanê ji rewşa niha gelek nîgerane û metirsî heye ku binpêkirinên dijî mirovahî û guhertina demografya ya li Efrînê kirin, li Grê Spî,Kobanî û Serêkaniyê jî heman tişt pêk bînin. Divê hemû hewldan ji bo wê be ku pêşî li rewşeke vî awayî bê girtin.   *Gelê Kurd û gelên Sûriyê mafê wan yê xwezayî, yasayî û demokratîk heye ku di çarçoveyeke dîplomatîk de çareserî ji rewşa Sûriyê re bibînin. Ev jî di çarçoveya rêkeftinên Cinêv, Astana û Neteweyên Yekbûyî yên derbarê Sûriyê de dibe. Piştî rewşa şer li Sûriye mafên netewî, rêveberî,welatîbûn, wekhevî û dadperweriyê di çarçoveya destûra bingehîn a nû ya Sûriyê de divê bê garantî kirin.   *Parlementoya Herêma Kurdistanê daxwazê ji hemû hêzên Kurdistanî yên Rojoavayê Kurdisatnê dike, şer û nakokiyên hizbî û îdeolojîk bidin aliyekî, qonaxeke nû ya xebatên hevbeş û di heman eniyê de , li ser esasê berjewendiyên gelê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê bihevre bixebitin. Li ser esasê bihevre jiyakirin û diyalogê li dijî terorê bisekinin û êrîşên nû bidin aliyekî.   *Bûyerên vê dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê rû didin û vekişîna hêzên hevpeymanî, operasyon û êrîşên li ser çend herêmên Rojavayê Kurdistanê, hemû deskeftiyên li dijî terorê û DAIŞ’ê vala derdixe, dibe sedem ku teror û DAŞ careke din zêde bibe. Ev jî careke din aşitî, ewlekarî û aramiya herêm û cîhanê dixe metirsiyê.