Balafirên şer taxên Serêkaniyê bombe dikin 2019-10-15 18:03:33   SERÊKANIYÊ - Navenda Ragihandina Çapemeniya YPJ'ê diyar kirin ku di vê kêliyê de balafirên şer ên TSK'ê bê navber taxên Serêkaniyê bombebaran dikin.   Şerê ku TSK û MSO di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin di roja 7'an deberdeam dike. TSK û MSO bê navber bi tang, top û balafiran bombe dike. Navenda Ragihandina Çapemeniya YPJ'ê diyar kir ku di van kêliyan de li Serêkaniyê balafirên şer li taxên bajêr dixin û balafira keşfê bê navber digere. Çavkaniyan, destnîşan kirin ku şerê giran li eniya Rojhilat û Rojava didome. Li hacizê di navbera Serêkaniyê û Tiltemir de şer girane. Esker û endamên MSO'yê hewldidin vê rêyê bigrin ta ku tekilî bi bajêr re were qutkirin. Dîsa şer û pevçûnên giran li Sawama Eliya hene.