Ji ber ku cenaze bir 9 sal ceza li hat birîn 2019-10-15 17:51:11   BEDLÎS - Halîs Demîr ku li Miduriyeta Cenaze ya Şaredariya Bedlîsê dixebitî û ji ber birina cenaze 38 meh in girtî ye, di daneşîna biryarê ya doza wî de 9 sal û 22 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.    Daneşîna doza ku bi hinceta "birina cenazeyê PKK'iyan" û agaşta "Endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" li Halî Demîr ku li Miduriyeta Cenaze ya Şaredariya Bedlîsê dixebitî, hatibû vekirin, hat dîtin. Di daneşînê de yek ji şahidê ku li ser Demîr îfade dabû ev tişt got: "Agahiyên ku hûn dixwînin min negotiye. Li TEM'ê hatine amadekirin. Ji min re gotin ku tu diçî nexweşxaneyê û bi van agahiyan bi dan îmzekirin. Li ba dozgerê komarê min tu teşhîsê nekir."    Şahidekî din ku diyar kir tiryak e jî ev tişt got:"Hêzên ewlehiyê ji vî halê min sûd wergirtin û weke ku min hin kesan sûcdar kiriye dane. Min agahiyên bi vî rengî nedaye. Cara yekemîne bersûc dibînim û nas nakim.    9 SAL Û 22 ROJ CEZA   Piştî navberdayînê heyeta dadgeha biryara xwe aşkera kir û bi hinceta "Endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 9 sal 22 roj cezayê girtîgehê li Demîr birî. Dadgehê derbarê Demîr de biryara tehliyeyê jî neda.