262 cenazeyên Goristana Xerzanê li goristana bêkesan hatin veşartin 2019-10-15 17:31:58 STENBOL – Hat zanîn ku 262 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin û nêzî 2 sal in li ATK’a Stenbolê dihatin rawestandin di adara 2019’an de li Goristana Bêkesan a Kilyosa Stenbolê hatine definkirin.    Li gundê Oleka Jor a girêdayî navenda Bedlîsê di 19’ê kanûna 2017’an de 267 cenazeyên li Goristana Xerzanê derxistibûn û biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Ji  267 cenazeyan 5 cenaze ji aliyê malbatên wan ve hatibûn wergirtin û birin li cihê xwestin defi kirin. Testa DNA ya 11 cenazeyan bi dawî bibû û dê malbatan cenaze wergirtina. Lê derket holê ku 11 cenazeyên DNA wan qediyaye jî di nav de 262 cenaze dia dara 2019’an de bêyî agahiya malbatan birine li Goristana Bêkesan a Kilyosa Sariyera Stenbolê defin kirin.e    Hat zanîn ku ATK ji cenazeyan nimûneya DNA’yê girtiye û bi nimre kiriye.    Ji 262 cenazeyan malbatên 30 cenazeyan ji bo DNA’yê serlêdan kiribûn û DNA 11 cenazeyan bi encam bibû. Dihat payîn ku 11 malbat cenazeyên xwe werbigirin. Du malbatan dê ji Stenbolê û 9 malbat jî dê ji Bedlîsê bihatana Stenbolê û cenazeyên xwe werbigirtina. Hat diyarkirin ku ji bo van cenazeyan Dozgeriya Bedlîsê ji bo wergirtina cenazeyan nivîs ji Dozgeriya Stenbolê re şandiye.    Li ser vê yekê dê malbat biçin cenazeyên xwe ji Goristana Bêkesan a Kilyosê werbigirin. Malbatên din jî ji bo DNA derkeve dê dikaribin biçin serlêdan bikin û dema xwîna malbat û cenazeyan hev bigire dê dikaribin cenazeyên xwe werbigirin.    Hat zanîn ku heke malbat neçin serlêdan nekin dê cenaze li Goristana Bêkesan a Kilyosê bên hiştin.