Ji Meclisên Ciwanan a HDP'ê banga 'mezinkirina berxwedanê' 2019-10-15 16:43:35 ENQERE - Meclisa Ciwanan a HDP'ê diyar kir ku bloka desthilatê dixwaze bi rêbaza girtin û gefxwarinê ciwanan teslîm bigire û li dijî êrîşên faşîzane banga mezinkirina berxwedanê li ciwanan kir.    Meclisên Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke niviskî da. Meclisê diyar kir ku bloka desthilatê li dijî deskeftiyên gelên Rojava bi awayekî vekirîn şer daye destpêkirin û wiha got: "Êrîşa ku li dijî pergala aştiyane ku bi bedelên mezin hat avakirin û mirovahiyê esas digire, hatiye destpêkirin bi awayekî aşkera Êrîşa dagirkeriyê ye. Desthilata AKP-MHP'ê ku demên xwe yên dawîn dijî, ji bo ku hinekî din li ser piya bimîne, peyva aştiyê bi xwîn û şer re aniye cem hev û li dijî gelên Rojava weke rûpoşeke qirêj bi kar tîne. Li ber çavê Cîhanê Hevseroka Partiya Siberoja Sûriyeyê Hevrîn Xelef û 11 sivîl li Serêkaniyê hatin qetilkirin û bi dehan jî birîndar bûn. Ev sûcê şer e."    ŞER DISPÊRIN HEMÛ CIVAKÊ   Meclisê di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser zextên li dijî endamên partî û meclisa wan û ev tişt anî ziman: "Bloka desthilatê ji bo ku derbê li têkoşîna ciwanan a ku herî zêde jê ditirse bixe, bi rêbaza girtin û gefxwarinê dixwaze ciwanan teslîm bigire. Li hemberî van êrîşên faşîzane biryardariya me ya mezinkirina berxwedanê zêdetir bibe. Em weke Meclisa Ciwanan a HDP'ê li hemberî van polîtîkayên faşîzane gavek jî di paş de gav navêjin û li her derê li dijî van polîtîkayên AKP-MHP'ê derkevin. Em diyar dikin ku em ê bibin bersiva van pêkanîn derveyî mirovahiyê û di vê esasê de bang li hemû ciwanan hestiyar dikin ku berxwedana Meclisa Ciwanan a HDP'ê mezin bikin û ji bo xwedîderketina li destkeftiyên Şoreşa Rojava derkevin qadan."