Îngilterê jî firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand 2019-10-15 14:57:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî gelek welatên Ewropayê Îngîltereyê jî ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestand.    Wezîrê Karên Derve yê Îngiliz Domînîc Raab diyar kir ku wan firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandine, ji ber ku dibe ku wan çekan di êrîşên dagirkeriyê de bi kar bîne. Raab li parlamentê got, "Firotina çekên leşkerî yên ku Tirkiye dikare di vê operasyonê de bi kar bîne rawetandine."   Fînlandiya, Norwêc, Hollanda, Elmanya û Fransayê beriya niha firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestandibûn. Yekîtiya Ewropayê jî dewleta Tirk şermezar kiribû, biryar wergirtibû ku di asta neteweyî de ji bo firotina çekan hîn bêhtir tedbîrên tund bên wergirtin.