Li Minbicê serpelek û 2 esker hatin kuştin 2019-10-15 14:40:31   MINBIC – Hat diyarkirin ku TSK û komên girêdayî wê li bakurê Minbicê windahiyên mezin didin û paş ve vekişiyane. Di pevçûnan de serpelek û 2 esker û gelek endamên MSO’yê hatin kuştin.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û “Artêşa Milî ya Sûriyê (MSO)” ya girêdayî wê duh êvarê li qeraxê ava Sacûrê ya Minbicê bi eskerên Artêşa Sûriyê re pevçûn. Di pevçûnê de 2 eskerên Sûrî hatin kuştin. Ji duh êvarê ve li bakurê Minbicê pevçûnên giran diqewimin. Di pevçûnan de serpelek û 2 esker hatin kuştin û 8 esker jî birîndar bûn. Eskerên birîndar bûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Dîlokê.   Li aliyê din hat zanîn ku komên girêdayî MSO’yê windahiyên zêde didin û paş ve xwe kişandine.