Li Colemêrg û Geverê bertek nîşanî binçavkirinan dan 2019-10-15 14:22:01 COLEMÊRG – Li Colemêrgê binçavkirina Hevşaredarên Colemêrg û Geverê hat şermezarkirin. Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût got dê zext nikaribin wan biqutifînin.  Li Colemêrgê serê sibê polîsan Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman binçav kiribû û li odeya wî ya şaredariyê lêgerîn pêk anîn. Lêgerîn bi saetan dewam kir û polîs pişt re ji şaredariyê derketin. Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armût daxuyanî da û endamên Meclîsa Şaredariyê beşdarî daxuyaniyê bûn.    'VÎNA GELÊ COLEMÊRGÊ DESTESER KIRIN’   Armût a daxûyanî da wiha got: “Yên vîna xelkê desteser dikin bila viya baş dizanibin; wê tu zext û girtin nikaribin me biqutifînin. Em nûnerên gel ên di şertên demorkatîk de hatine bijartinê ne. Binçavkirina hevşaredarê me desteserkirina gelê Colemêrgê ye. Yên duh qeyûman tayîn kirin bila vê yekê ji bîr nekin gel qeyûman di sindoqan de veşart û wê carek din jî qeyûman veşêrin.”   'VÎNA GEL TUNE TÊ HESABINDIN’    Serdegirtina malan û binçavkirina hevşaredaran li Geverê jî hat şermezarkirin. Rêveberên HDP’ê û endamên Meclîsa Şaredariya Geverê li avahiya HDP’a Geverê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê Rêxistina HDP’a Geverê Abdulkerîm Akdogan daxuyanî da û wiha got: “Em ê zextên li ser qet û qet qebûl nekin. Îktîdar bi binçavkirina hevşaredarên me dixwaze vîna gelê me tune bihesibîne. Gelê Geverê çawa duh ji bo azadiya xwe qîr kir wê îro jî gelê Geverê ji bo mafên xwe yên demokratîk Û azad qîr bike.”