Li Edeneyê ji bo demokrasiyê dicivin 2019-10-15 14:18:22   EDENE - Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dê di 18'ê Cotmehê de li Qada Ugur Mumcu civîna "Ji bo demokrasiyê me kom dibin" li dar bixin. HDP wê di civînê de bertek û nerazibûna xwe ya li dijî êrîşa li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye bînin ziman.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê dê di 18'ê Cotmehê de li Qada Ugur Mumcu ya Edeneyê bi şîara "Em ji bo demokrasiyê li hev kom dibin" civîna gel li dar bixin. Rêveberên HDP'ê ji bo banga civînê xwest li pêş avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeninyê. Lê polîsan destûr nedan ku Rêveberên HDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kirin û rêveberên HDP'ê bi mertalan derb kirin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, bertek nîşanî astengiya polîsan da. Hatîmogullari, operasyona li diji Bakur û rojhilat şermezar kir, Hatimogullari, anî ziman ku zextên li dijî partiya xwe jî qebûl nakin û wê têkşîn û parastina aştiyê berdewam bikin. Hatîmogullari, anî ziman ku wê di her kêliyê de li dijî şer derkevin û aştî û biratiya gelan biparêzin.   Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural jî bang li gel kir ku di 18'ê Cotmehê de li Qada Ugur Mumcu wê bi tevhêbûna Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu û parlamentera HDP'ê Feleknaz Uca civîna "Em ji bo demorasiyê kom dibin" li dar bixin.