Li Rihayê ambûlans qet nasekinin! 2019-10-15 14:04:48   RIHA - Li Rihayê ku bûye navenda êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ambûlans qet nasekinin, mirî birîndaran dibin û tînin.   Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 7'emîn de didome. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ku herî zêde êrîş lê tê hîskirin, sewqiyata leşkerî hat zêdekirin. Hat hînbûn ku 24 saetan li Balafirgeha GAP'ê ya Rihayê helîkopterên ambûlans radiwestin.    LI SIVÎLAN GIRTIN   Hat diyarkirin ku helîkopterên ambûlans ji balafirgehê radibin û diçin ji navçeyên ser sînor birîndaran dibin balafirgehê. Wesayîtên cenazeyan jî cenazeyan dibin balafirgehê.  Hat angaştkirin ku balafirên ambûlans ji balafirgehê gelek cenaze birin deverên cûda. Beşeke balafirgehê ji sivîlan re hatiye girtin û lê bergiriyên awarte hatine girtin û destûr nayê dayîn rêwiyên diçi û tên wêneyan bikişînin.    AMBÛLANS QET NASEKININ   Hat ragihandin ku ji saetên şevê heta serê sibehê ambûlansa ji navçeyên Kaniya Xezalan û Serêkaniyê birîndaran aniye Nexweşxaneyên Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Ersoy û Nexweşxaneyên Lêkolîn û Perwerdeyê ya Rihayê û careke din vegeriyane van her dû navçeyan.    ŞAREDARÎ RÊ VEDIKIN   Hat hînbûn ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê gelek wesayîtên kar sewqî navçeya Pirsûsê ku cînarê Kobanê ye hatine kirin û ji bo leşkerên diçin êrîşê rê vedikin.    Li aliyê din hat hînbûn ku ji aliyê şaredariyan ve li navenda Rihayê û navçeyên wê Siwêreg, Xelfetî, Wêranşar, Bêrecûk û Cirnê Reş bi polisan al li esnafan hatine belavkirin û bi darê zorê hatine daleqandin.