Efser Yaşar Kaya yê şerê li Girê Spî kordîne dikir birîndar bû 2019-10-15 14:04:18   RIHA – Hat zanîn ku Fermandarê Lîwa Hidût a 3’yemîn efser Yaşar Kaya ku êrîşên Girê Spî kordîne dikir birîndar bûye û hildane bin tedawiyê.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û hêzên parabîltîter ên navê “Artêşa Milî ya Sûriyê (OSO)” li wan hatiye kirin di şerê li dijî Rojava de ketine nava rewşek tengav. Di navbera TSK- komên girêdayî wê de û şervanên HSD’ê de şerê giran diqewime. Hat zanîn ku Fermandarê Lîwa Hidût a 3’yemîn efser Yaşar Kaya ku êrîşên Girê Spî kordîne dike di rojên ewil de li ser sînorê Girê Spî di pevçûnê de parçeyên şerapnelê li lingê wî ketine û birîndar bûye.    Kaya yê birîndar bûye bi ambulansa zirxî ya eskerî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan û wî hildidin bin tedawiyê. Hat zanîn ku rewşa Kaya baş e lê ji ber ku ji lingê xwe birîndar bûye nikare li ser piyê xwe bimeşe.