Polîsan bav li ser gora kurê wî binçav kirin 2019-10-15 10:14:05   WAN - Mahmût Dîndar, piştî 18 rojan şûnde cenazeyê kurê xwe yê HPG’î Ugurcan Dindar wergirt û li Wanê defin kir. Dema bav Mahmut Dindar cenazeyê kurê xwe Ugurcan defin kir, polîsan li ser gorê Bav Mahmut Dîndar binçav kirin.    Di  28'ê îlonê de li navçeya Dêrikê şer derket û di şer de endamê HPG’ê Ugurcan Dîndar jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Dîndar 18 rojan cenazeyê kurê xwe wergirtin û yi Goristana Selîmbey a Wanê defin kirin. Dema malbatê cenazeyê Ugurcan defin kirin, polîsan li ser gorê bav Mahmut Dindar binçav kirin. Polîsan piştî Dindar binçav kirin birin Şaxa TEM'ê ya Wanê. Sedema binçavkirina Dîndar nehat zanîn.