Li Çewlikê 3 kes hatin girtin 2019-10-15 12:18:58   ÇEWLIK - Li Çewlêkê ji 10 kesên ku ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.    Polisan, di 12'ê Cotmehê de ji ber parvekirinên li ser medya civakî yên têkidlarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Çewlikê bi ser gelek malan de girtibûn, şêwirmendê parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nûrettîn Maçîn, Serhat Atsiz jî di nav de 10 kesan binçav kiribûn. Serhat Atsiz, Niyazî Azak û Mûhîtîn Sav û 7 kesên ku navê nehat hînbûn piştî kû îfadeyê wan li Miduriyeta Polisan a Çewlikê hat girtin sewqî Edliyeyê hatin kirin. Li dozgeriyê 7 kes bi hinceta ku di parvekirinên xwe de "Propaganday rêxistinê" kirine bi şertê kontrola edlî û Serhat Atsiz, Niyazî Azak û Mûhîtîn Sav jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê 7 kesan bi şertê kontrola edlî berda û derbarê Serhat Atsiz, Niyazî Azak û Mûhîtîn Sav jî biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.