Parlamentoya Kurdistanê civiya: Li dijî êrîşan banga parastina hevpar kir 2019-10-15 12:03:20 HEWLÊR - Parlamentoya Kurdistana Federa ya Iraqê, bi rojeva taybeta a êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê civiya. Parlamenterên ku nêrînên xwe aşkera kirin, li dijî êrîşên Tirkiyeyê banga parastina hevpar li hêzên navneteweyî kir.   Parlamentoya Kurdistana Federa ya Iraqê, bi rojeva taybeta a êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku di roja 7'emîn de didome civiya. Civînê saet di 11.00'an de dest pê kir. Hemû partiyên li parlamentoyê têkildarî êrîşên Tirkiyeyê nirxandinan kirin.    BANGA PARASTINA HEVPAR   parlamenteran bertek nîşanî êrîşan dan û bal kişandin ser yekitiya neteweyî. Parlamenteran di axaftinên xwe de li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga parastina hevpar li hêzên navneteweyî kir.     Piştî axaftinên berdevkên partiyan tê payîn ku parlamento li dijî Tirkiyeyê hewlestek diyar bike.