Polîsan li parlamentera HDP’ê da û daxuyanî qedexe kir 2019-10-15 11:49:26 AMED – Polîsan ber deriyên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên navendî yên Amedê ku dihat xwestin li dijî êrîşên ser Rojava daxuyanî bidin dorpêç kir. Polîsan mudaxeleyî HDP’iyan kir û parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz ji hişê xwe çû.   Rêxistinên HDP’ê yên navçeyên navendî Sûr, Yenîşehîr, Peyas û Rezanê li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser bajarên Rojava daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Polîsan bi maşîneyên zirxî ber deriyên avahiyên HDP’ê dorpêç kir. Polîsan bi hênceta “qedexeya çalakiyên li bajêr a ji aliyê Walîtiyê ve” destûr neda HDP’yî daxuyanî bidin.    HDP’iyan diyar kir ku li dar xistina çalakiyên aştiyane mafek destûra bingehîn e û dorpêçkirina avahiyên wan nayê qebûlkirin û xwestin polîs belav bibin.    POLÎSAN PARLAMENTER BIRÎNDAR KIR    Li navçeya Rezanê polîsan bi gaza îsotê, mertal û jopan êrîşî HDP’iyan kir û li wan dan. Di êrîşê de Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz ji hişê xwe çû û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.    Polîsan bi jop û mertalên xwe HDP’iyan daf dan û nehiştin daxuyanî bidin û têketin û derketina avahiyê qedexe kirin.    Polîsan deriyên avahiyên HDP’ê yên Sûr, Peyas û Yenîşehîrê jî li HDP’iyan girtin û destûr nedan daxuyanî bidin. Parlamenterên HDP’ê jî di nav de li avahiyan bendemayîna xwe didomînin.