Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi mijara Rojava civiya 2019-10-15 11:45:29   HEWLÊR - Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe, li dijî operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, civiya.   Parlamentoya Herêma Kurdistana Federe, ji bo rojeva operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, civiya. Civîna taybet a ji bo Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, saet 11.00’an dest pê kir. Di civînê wê her firaksiyoneke partiyan nêrîn û nirxandinên xwe bikin û helwesta xwe ya dijî êrîşên Tirkiyeyê bînin ziman.   Di axaftinên heta niha hatin kirin de, li ser girîngiya yekîtiya netewî hat rawestîn.