Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin 2019-10-15 11:38:28 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muvekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Nevroz Uysal, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol bi boneya bi muvekilê xwe Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dimîne re hevdîtin bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran û 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxê de bi Ocalan re hevditin kiribûn.   Ji 7'ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Ocalan biçin hevdînê û bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinê nayin dayîn.