Dersimî: Di şerê hatiye destpêkirin de mirin aj dide 2019-10-15 11:37:03 DERSIM – Welatiyên Dersimê xwestn êrîşên li dijî Rojava werin sekinandin û di şerê hat destpêkirin de ne aştî mirin aj dide.    Êrîşên Tirkiyê yên li ser bajarên Rojava didomin. Welatiyên Dersimê li dijî şer berteka xwe nîşan dan û diyar kirin ku şer tiştek nade destê Tirkiyê û dê winda bike û xwestin şer li tavilê bê rawestandin.    ‘ELEWÎ ŞER NAXWAZIN’    Ji welatiyan Hasan Anlamaz diyar kir ku ew wek civaka elewî li dijî şer in û got: “Em naxwazin însan werin kuştin. Ev şer wê Tirkiyê 20 salan li paş bixe.”    Bulten Yuksel ê esnafiyê dike jî diyar kir ku şer neçareseriyê tîne û got: “Ez li dijî şer im. Bila zarok, jin ango tevahiya însanan nemirin. Şer karê kesên çareseriyê li pêş naxin e. Bila dewlet çareseriyê bibîne û însanan daf nede nav şer. Niha lîstokek p^ke tê. Em ne di ferqa vê yekê de ne.”    ‘CENAZEYÊ GELEK ESKERAN TÊ’    Mustafa Bozan ê xwendekar jî diyar kir ku tu alî di şer de qezenc nakin û wiha got: “Dîsa tişta dibe bi serê gel tê. Lê wê bi her awayî Tirkiye zirar bike. Niha nikare hejmara windahiyên xwe bide. Hevalên min ên li eskeriyê ne hene. Li gorî agahiyên min girtin cenazeyê gelek eskeran tê Tirkiyê.”    ‘MIRIN AJ DIDE’    Huseyîn Tunç jî da zanîn ku ji şer aştî dernakeve û wiha got: “Tu mafek Tirkiyê tune ye bikeve axa Sûriyê. Ev şerek e. Aştî di wî şerî de aj nade. Mirin ji vî şerî aj dide. Divê gel eniyek hevpar ava bike û pêwîste nêvenga aştiyê were afirandin. Her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im divê li dijî şer derkeve û aştiyê biparêz e.”    ‘LI CIHÊ AQIL TUNE BE ŞER DIKEVE DEWRÊ’    Zekî Bagaf ê esnafiyê dike jî anî ziman ku şer tundiyê derdixe û wiha axivî: “Li cihê aqil tune be şer û tundî dikeve dewrê. Tirkiye niha dibe ku bêje ez ê bi ser bikevim, lê di siberojê de ev şer serê Tirkiyê biêşîne. Lazime Tirkiye dest ji polîtîkayên xwe şer berde. Pêwîste zemîna demokrasiyê li pêş bikeve. Lazime gel li dijî şer derkeve û xwedî li demokrasiyê derkeve.”    MA / Semra Turan