Şerê Suriyeyê dîsa li serî vegeriya! 2019-10-15 11:36:24 GRÊ SPÎ - Bersiva QSD'ê ya berbelavbûyî ya li hemberî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ku bi destûra Amerîka û kolalîsyona navneteweyî dest pê kir, şerê Sûriyeyê li serî vegerand. Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê di roja 7'emîn de didome. Bajarên li herêmê ji aliyê TSK'ê ve bi hewa û bejahiyê ve tên bombebarankirin û komên El Qaîdeyê ku di bin navê 'Artêşa Neteweyî ya Sûriye'yê de hatine komkirin di bejahiyê de êrîş dikin. Li dijî vê yekê ku Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) şer li seranserê sînor berbelav kir, planan xera kir. TSK û OSO ku tişta xwestin bi dest nexistin, bajaran bombebaran dikin û dixwazin encam bigirin. Vê êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şerê navxweyî yê Sûriyeyê derxistin asteke din û hemû hevsengiyên li herêmê guherand.    JI 2011'AN HETA ÎRO   Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku sala 2011'an dest pê kir de bi derketina holê ya OSO û El Qaîde ku niha navê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li xwe kiriye re gelek bajar ji Rejîma Sûriyeyê hatibûn girtin. Kurd û gelên ku bi wan re tifaq kiribûn jî rêyeke cûda hilbijartin û hewl dan jiyana cuda biafirînin. Pergaleke ku hemû gelan tîne gel hev avakirin û OSO û HTŞ'ê di serî de li Serêkaniyê û Kobanê li gelek deveran têk birin.     DERKETINA DAIŞ'Ê    Piştî van têkbirina DAIŞ'ê derxistin qadê û hema bibêje hemû bajarên di destê OSO û HTŞ'ê de girt. Bi derketina DAIŞ'ê ya qadê re gelek deverên bakur, rojhilat û rojavayê Sûriyeyê ketin bin kontrola wê û bi vê yekê re polîtîkaya hêzên navneteweyî guherî. DAIŞ'ê ne tenê ji van koman ji Rejîma Sûriyeyê jî gelek dever girtin Ev yek jî bû sedem ku hemû hêz li dijî wê polîtîka bi pêş bixin. DAIŞ piştî ku gelek dever kir bin kontrola xwe berê xwe pergala kurdan ku di şerê Sûriyeyê de reyeke cûda hilbijartibûn. Destpêkê êrîşî Kobanê kir û li vir têk çû. Bi vê yekê re gav bi gav ji Sûriyeyê hat derxistin. DAIŞ di şerê Sûriyeyê ku 9 sal in didome de tenê 5 salan cih girt.    TÊKÇÛNA OSO Û HTŞ'Ê   Di destpêka şerê Sûriyeyê de OSO û HTŞ ji aliyê Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qatarê ve dihatin fînansekirin, lê bi têkçûna van hêzan re polîtîkayên van dewletan jî têk çû.    CIH GIRTINA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ YA LI QADÊ   Gelek hêzên rojavayî ji hebûna DAIŞ'ê û hêzên mîna wê sûd wergirtin û ketin Sûriyeyê. Di serî de koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike, Fransa, Îngilistan, Almanya û gelek hêzên ewropî di nav de cih girtin. Hêzên koalîsyonê ku cara yekemîn li qada Sûriyeyê destkeftî bi dest xistin, bi QSD'ê re tev geriyan.    ÊRÎŞA TIRKIYEYÊ   Aliyê ku herî zêde ji vê yekê aciz bû Tirkiye bû. Di destpêka şerê Sûriyeyê heta niha dijminahiya pergala demokratîk dike, hergav gef û gurên xwe berdewam kir. Tirkiye qet dev ji van gefên xwe berneda herî dawî bi angaşta "herêma ewle" êrîşê herêmê kir.   DEMA KU HERKES LI BENDA ÇARESERIYÊ BÛ KRÎZEKE NÛ DERKET   Piştî têkçûna DAIŞ'ê li bendê bû ku şerê Sûriyeyê bi dawî bibe û çareserî bi pêş bikeve, lê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê Sûriyeyê derxist asteke din. Di vê êrîşa ku hemû hevsengiyan serûbinî hev kir Amerîka li cem Tirkiyeyê cih girt. Amerîka bi Tirkiyeyê re gelek peyman çêkir û dest bi vekişandina hêzên xwe yên hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê koalîsyonê kir.   LI SÛRIYEYÊ ŞER LI SERÎ VEGERIYA   Têketina OSO û 'Artêşa Neteweyî' ku hemû komên El Qaîdeyê di nav xwe de dihewîne ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şerê Sûriyeyê li serî vegerand. Van komên ku bi tecawiz, talan û îşkenceyên xwe tên nasîn, deverên ku dikevinê demografiyê digherînin. Bi vê gavê re krîza Sûriyeyê hê kûrtir bû û hêzên navneteweyî di rewşê de roleke mezin leyîstin. Amerîka, Fransa û Îngilistan ku pêşî li êrîşên Tirkiyeyê vekirin û bi daxuyaniyên xwe refleksên kurdan dadixînin.    HEVSENGIYEKE NÛ ÇÊDIBE   Rewşeke din a nû jî piştî vekişandina hêzên koalîsyonê hatine Rûsya û Rejîma Sûriyeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi lihevkirina QSD û Rejîma Sûriyeyê re hêzên Rejîma Sûriyeyê piştî 9 salan hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li rêya M4 a navneteweyî bi cîh bûn. Hêzên rejîmê ku tê payîn li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê jî belav bi cih bibin hê li qadê berbelav nebûne.    BERXWEDANA QSD'Ê!   Berxwedana dîrokî ya hêzên QSD'ê jî hemû hevsengiyên ku tên xwestin bên avakirin dide zorê û berbelavbûna şer a li seranserê sînor jî planan guhert. Di roja 7'emîn de TSK û OSO'yê tu serkeftineke bi destnexistine û dixwazin bi komkujiyan berxwedanê bişkînin û encam bigirin.   MA / Nazim Daştan