Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatin Desteserkirin: Hişyariya DAIŞ’ê kir 2019-10-15 11:15:10 AMED – Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatin Desteserkirin, diyar kir ku DAIŞ’iyên piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin berdan, talokeya qirkirina gelan bi xwe re tîn e.      Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Bi Zorê Hatin Desteserkirin, derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyanî da. Platformê di daxuyaniya da de, bal kişand ser DAIŞ’iyên girtî yên piştî êrîşên Tirkiyeyê ji girtîgehên Bakurê Sûriyeyê reviyan û wiha got: “Serbest mayîna DAIŞ’iyan fikarên cîdî bi xwe re tîne. Nûçeyên ji kampa Ayn Îsa nêzî 800 DAIŞ’iyan reviyan, van fikarên me mafdar dike. Berdana van DAIŞ’iyan tê wateya komkujî û jenosîdên nû. Ji bo vê em ji niha de hişyariya DAIŞ’ê dikin.”     KUŞTINA XELEF ŞERMEZAR KIR   Platforma jinan, kuştinên sivîlan bibîr xist û wiha pê de çû: “Divê mafê jiyana sivîlan neyê binpê kirin. Çeteyên cîhadîst di 12’ê Cotmehê de siyasetmedara sîvîl a jin Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê Hevrîn Xelef di wesayîta wê de qetil kirin. Em qetilkirina Xelef şermezar dikin. Emê bibin şopdarê vî sûcê mirovahiyê.”