Dayika eskerê ku 17 sal ceza lê birîn: Em edaletê dixwazin 2019-10-15 11:08:56 ENQERE -  Esker Recep Delîce ê dema di hewldana darbkeya 15'ê Tîrmehê de li Stenbolê esker bû hat girtin û rastî cezayê 17 sal û 6 meh ceza hatibû. Dayika Esker Recpe Delîce Menşur Akkaya, diyar kir ku kurê wê nizane darbe çiye û wiha got: "Min kurê xwe teslîmî dewletê kir. Lê niha wî li girtîgehê dirizînin. Ez edaletê dixwazim."    Di hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an de gelek esker hatin kuştin û gelek hatin girtin. Yek ji eskerê hat girtin û rastî ceza hat, Esker Recep Delîce yê ew ji Kulelî ya Stenbolê birin Pira Bogazîçî û tev li serhildanê kiribûn e. Recep Delîce yê hat girtin, piştî darizandinê 17 sal û 6 meh ceza lê birîn. Dayika Esker Recep Delîce Menşûr Akkaya ya li Gundê Hafik Duzele  yê Sêwasê dejî, diyar kir ku kurê wê li Girtîgeha Sîlîvrî girtî ye û ji 3 mehan carekê dikare kurê xwe bibîne. Akkaya, anî ziman ku kurê wê lal e û nikare xwe bîne ziman. Akkaya da zanîn ku kurê wê heta dibistana navîn xwendiye û li gund şivanî dikir û wiha got: "Ji eskeriya wî re 7 meh mabû. Wê şivanî kiribûya û debara malê bikiraya. Tu carî ji gund derneketibû. Dema çû eskeriyê 19 salî bû. Me agahiya darbeyê ji televîzyonê bihîst. Dema televîzyonê dîmenên cihê wî nîşan da em li Recep geriyan. Bersîv neda telefona me. Kurê min li ser fermana fermandar çû ser pirê. Rojek şunde piştî darbeyê hat binçavkirin û girtin. Li wî dabûn û 22 kêl avêtin birinên wî. Em edaletê dixwazin. Niha 17 sal ceza li kurê min birîne. Ez bi alîkariya cîranan dikarim ji 3 mehan carekê biçim hevdîtina kurê xwe. Rewşa aboriya me nebaş e. Em edaletê dixwazin."     MA / Zemo Aggoz