Birîndarê Komkujiya Enqereyê: Tirkiye dixwaze dîsa rê li DAIŞ'ê veke 2019-10-15 09:16:59 ENQERE – Nazim Karakûrt ku di Komkujiya Gara Enqereyê de birîndar bûbû, bilêv kir ku Tirkiye bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwaze careke din rê li ber DAIŞ'ê vebike.  Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bi van êrîşan re Tirkiyeyê derdora Kampa Eyn Îsa ku zêdetirî 750 DAIŞ'î tê de dihatin girtin bombebaran kir û bi vê re DAIŞ'iyên girtî reviyan. Piştî DAIŞ'î ji kampê reviyan li hin deverên herêmê dest bi êrîşan kirin.    Endamê Desteya Rêvebir a Komeleya 10'ê Cotmehê Nazim Kûrt ku di Komkujiya Gara Enqereyê ya DAIŞ'ê pêk anî bû de birîndar bûbûn, bi bîr xist ku DAIŞ'ê li Enqereyê 103 mirov kuştine û got: "Kesên wê çaxê em kuştin, niha tevî çeteyên li Rojhilata Navîn hewl didin axa gelê kurd dagir bikin."    Karakûrt, got: "Niha îktîdara faşîst a AKP û MHP'ê, careke din hewl didin tevî çeteyên OSO'yê avahiya demokratîk a Rojava dagir bikin. Ligel dagirkirinê sivîl, zarok û jinan jî dikuje. Duh konvoya sivîlan ku rojnamevan jî tê de bûn gava ji Cizîrê ber bi Serêkaniyê ve diçû hat bombekirin û 11 kes hatin kuştin. Yek ji evana rojnamevan bû. Gava min ew dîmen dîtin, careke din Komkujiya 10'ê Cotmehê hat ber çavên min."    ‘TIRKIYE RÊ LI BER DAIŞ'Ê VEDIKE'    Karakûrt, destnîşan kir ku Tirkiye bi vê operasyonê re rê li ber DAIŞ'ê vedike û got: "Êdî rêxistina celadî di nav me de ye. Wê ev Tirkiyeyê ber bi tarîtiyeke nediyar ve bibe. Wê Tirkiye bi vî awayî ronahiyê nebûne. Bîrdozî û polîtîkaya vê rêxistinê diyar e. Eger hûn rabin vê rêxistina celadî biparêzin, nexwe bi wan re karekî we yê din heye. Hûn ê wan entegre bikin? Wê bibin mirovên ji rêzê? Na, qethiyen tu armanceke we yî bi vî rengît une ye." Karakûrt, bilêv kir ku gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû yên derbarê DAIŞ'ê de jî tê wateya ku wê DAIŞ'ê bibe rêxistineke di bin emrê wan de.    ‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ ŞER DERKEVE'    Karakûrt, bang li her kesî kir ku li dijî şer derkevin û got: "Niha li Ewropa û cîhanê bi milyonan kes daketine kuçeyan. Em li vî welatî tên tecrîdkirin. Li vî welatî şerek heye û em nikarin dakevin kuçeyan. Aştî, mafekî mirova ye. Divê ez li her derî bilêv bikim. Çimkî di 10' Cotmehê de ji ber me got 'aştî' em hatin kuştin. Ên me qetil kirin kî bûn? Ji ber helwesta hikûmetekê ku di warê aborî û lojîstîk de alîkariya wan dikir em hatin kuştin. Divê her kes li dijî vî şerî derkeve. Divê Erdogan dev ji vî şerî berde."    MA / Diren Yurtsever