Qereqolê ji bo 'hawanên tên avêtin' got: Em ji bo cerbandinê davêjin 2019-10-15 09:16:16 MÊRDÎN – Şêniyên Taxa Erbetê ya Nisêbînê ku qereqolê top avêtin taxa wan, li qereqolê geriyane, lê rayedarên qereqolê ji wan re got: "Em ji bo ceribandinê davêjin."    Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 7'an de didomin. Di van êrîşan de yek ji taxên Nisêbînê yên tesîr ji êrîşan digire jî Taxa Erbetê ye.    DU TAX HAT VALAKIRIN    Piştî êrîş dest pê kirin leşkeran Taxa Eznewûr û Tilyaqûbê vala kirin. Welatiyên ji van taxan derketin jî çûne cem xizmên xwe. Lê belê şêniyên Taxa Erbetê ku nêzî sînor e û hîn li taxa xwe ne.    QEREQOL: EM TOPÊN HEWANÊ DAVÊJIN    Şêniyên taxê yên ji ber ewlehiyê nexwestin navên wan bên aşkerekirin, diyar kir ku herî zêde zarok ji van top û hewanan tesîrê digirin û xwestin rojek berî rojekê şer raweste. Welatiyan, anî ziman ku sê roj berê ji ber zêde top û hewan dihatin avêtin mecbûr mane biçin li jêrzemînên xaniyên xwe bimînin û gotin, gava dibe êvar nikarin derkevin derve. Ji welatiyan yekî bilêv kir ku ji ber hewanên tên avêtin ew li Qereqola li Taxa Kertwênê geriyane û got, wan gotiye: "Ji bo çi ev qas topên hewanên tên avêtin?" Welatî, anî ziman ku qereqolê ji wan re gotiye: "Em ji bo ceribandinê davêjin. Ev ewlehiya we tehdîd nake."    Şêniyekî din ê taxê jî got: "Em tenê aştiyê dixwazin. Wekî din em tiştekî naxwazin. Êdî bes e. 3 sal berê li Nisêbînê şerek qewimî. Gel mecbûr ma ji xaniyên xwe derkeve. Niha dîsa berê me didin ser rêya koçberiyê. Çi heqê wan heye tiştekî wiha dikin? Em naxwazin xwîna tu kesî jî birije. Bila bi dawî bibe. Êdî ev ax xwînê naxwaze."