Bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin û gef lê xwarin 2019-10-15 09:15:38 ÊLIH – Endama Meclîsa Ciwana ya HDP'ê E.C.'yê 16 salî ku kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi darê zorê wî li wesayîtê siwar kirin û gef lê xwarin, serî li Komeleya Mafên Mirovan da.  Li Êlihê, kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi darê zorê Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê E.C.'yê 16 salî li wesayîtekê siwar kirin û gef lê hatin xwarin. E.C., bilêv kir ku ew kes jê re gotine 'em polîs in' û gef lê xwarine.    E.C., diyar kir ku di 14'ê Îlonê de gava xwestiye ji Êlihê biçe cem hevalên xwe yên li Rihayê, li noqteya kontorlê ya Cirnê Reş ji otobêsê hatiye daxistin û paşê hatiye binçavkirin. E.C., bilêv kir ku gava leşkeran ser wî sehî kiriye ew taciz kirine û paşê wî birine qereqola cendirmeyan û li wir tahde lê kirine. E.C., diyar kir ku bi îdiaya "wê tev li nav rêxistinê" bibe 14 saetan di binçavan de maye û paşê sewqî dadgehê hatiye kirin û bi şertê venêrîna edlî hatiye berdan.    Lê belê piştî vê bûyerê çend roj berê sê kesan E.C. li nav kuçeyê daye sekinandin. E.C., diyar kir ku wî ji her sê kesan xwestiye nasnameya xwe ya polîstiyê nîşan bidin û got: "Lê nîşan nedan û bi zorê min li wesayîtê siwar kirin. Ji min re gotin 'tu bi kesên nebaş re digerî.' Gef li min xwarin û min berdan."    Piştî vê E.C. serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê daye. E.C., got: "Ev kesên wan nas nakim min dişopînim. HDP'îbûn ne sûc e. Eger tiştek bê serê min berpirsiyar dewlet e".