Hevşaredarên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê hatin binçavkirin 2019-10-15 09:00:48 NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsan bi ser şaredariyên Colemêrg, Nisêbîn, Gever û Erdîşê de girt. Di serdegirtina malan de polîsan hevşaredaran û gelek kesên din binçav kir. Piştî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava li Mêrdîn û navçeyên wê operasyonên binçavkirinên jî berdewam dike. Polîsan vê sibehê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi ser gelek malan de girt. Polîsan bi ser mala Hevşaredar Semîre Nergiz û çûn gundê Zorava jî bi ser mala Hevşaredar Ferhat Kut de girtin û û her du hevşaredar binçav kirin.    POLÎSAN BI SER MASEYA KRÎZÊ Û ŞAREDARIYÊ DE JÎ GIRT    Her wiha polîsan bi ser “Maseya Krîzê” ya ji bo mexdûriyeta xelkê Nisêbînê ve hatibû avakirin de jî girtin. Polîsan di serdegirtinê de li xebatkarên li vir dixebitin da.  Hat zanîn ku polîsan pozê xebatkarek şaredariyê şikandin û çena xebatkerekî birîndar kirin.    Di serdegirtina Maseya Krîzê de polîsan endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Emîn Alkan ê HDP’yî binçav kirin.    Hat ragihandin hevşaredar û encûmen ên hatine binçavkirin li Miduriyea Polîsan a Navçeyê tên ragirtin. Tê payîn wan bibin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.    Hat zanîn ku hejmara binçavkirinên li navçeyê dibe ku zêde bibin.    Li aliyê din polîsan serê sibê li avahiya Şaredariya Nisêbînê lêgerîn pêk anî.    HEVŞAREDARÊ COLEMÊRGÊ JÎ HAT BINÇAVKIRIN   Li Colemêrgê jî polîsan bi ser avahiya şaredarê de girt. Li avahiya şaredariyê lêgerîn dewam dike. Di heman wextê de polîsan bi ser mala Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman de jî girt. Karaman hat binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.    HEVŞAREDARÊN GEVERÊ DI BINÇAVAN DE NE    Polîsan bi ser şaredariya Geverê de jî girt. Hevşaredar Remziye Yaşar û Îrfan Sari di serde girtina malên xwe de hatin binçavkirin.    HEVŞAREDARÊN ERDÎŞÊ BINÇAV KIRIN    Polîsan li Erdîşê jî bi ser avahiya şaredariyê û malaên hevşaredar û rêveberên HDP'ê de girt. Di serdegirtina malan de Hevşaredarê Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Li gel hevşaredaran endamê Meclîsa Şaredariyê Erhan Akbaş, Hevserokên HDP'a Erdîşê Hîcran Kandemîr û Şakir Asil û jina bi navê Baran Karaca hatin binçavkirin.