ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2019'AN 2019-10-15 09:00:23 * Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Ozgur Gundemê û pêveka wê Demokratîk Ûlûs Kemal Sancili, diyar kir ku mafê wî yê berdana bikontrolî hatiye astengkirin û got: "Ji bo salekê zêde di girtîgehê de bimînim çi ji destê wan hat kirin."  * Endamê Meclîsa Ciwana ya HDP'ê E.C.'yê 16 salî ku kesên xwe wekî polîsan dan naskirin bi darê zorê wî liw esayîtê siwar kirin û gef lê xwarin, serî li Komeleya Mafên Mirovan da.    * Şêniyên Taxa Erbetê ya Nisêbînê ku tesîrê ji şerê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê digire, ji ber top û hawanên tên avêtin li qereqolê geriyane, lê belê qereqolê ji wan re gotiye: "Em ji bo cerbandinê davêjin."    * Nazim Karakûrt ku di Komkujiya Gara Enqereyê de birîndar bûbû, bilêv kir ku Tirkiye bi êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dixwaze careke din rê li ber DAIŞ'ê vebike.    * Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, bilêv kir ku îktîdara AKP'ê ji bo muxaleetê bitepisîne DAIŞ'ê wekî amûrekê bi kar tîne û got, her kes şahidê komkujiyên DAIŞ'ê ye.    * 3'emîn danişîna doza Edîtor û nûçegîhanên ETHA Semîha Şahîn û Pinar Gayip ku girtî tên darizandin dê 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)   * Xebatkarên ETHA'yê Adîl Demîrcî, endamên ESP û SGDF'ê dê li 25'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.35)   * Danişîna doza akademîsyenên gotin "Em nabin şirîkê vî sûcî" Esra Mungan, Meral Camcı, Muzaffer Kaya û Kivanç Ersoy wê li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Xwendekarên zanîngehê yên pankarta "Lokmayê dagirkeriyê nabe" vekirin û doz li wan hat vekirkin, wê li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Amed, Rezan, Peyas û Yenîşehîrê yên Amedê wê li dijî êrîşên Tirkiye ya li ser Bakur û Rojavayê Sûriyeyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)    * Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi boneya operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin wê li Unkapani ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî û Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit û Hevşaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê, dê li Qada Esenyurtê daxuyaniyê bidin. (18.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê wê di 18'ê Cotmehê de li Qada Ugur Mumcu civîna gel pêk bînin. (12.30)