UNICEF: 4 zarok mirine, 70 hezar jî koçber bûne 2019-10-14 23:42:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektora Giştî ya UNICEF'ê Henrietta Fore, daxuyand ku ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 70 hezar zarok ji bêgavî koçber bûne, herî kêm 4 zarok mirine û 9 jê jî birîndar bûne.    Dîrektora Giştî ya Fona Alîkariya Ji Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Henrietta Fore, bi nivîskî daxuyaniyek da.    ‘4 ZAROK MIRINE'    Fore, diyar kir ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha 70 hezar zarok ji bêgavî koçber bûne û got: "Ji ber êrîşên lşekerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herî kêm 4 zarok jiyana xwe ji dest dane û 9 jê jî birîndar bûne."    ‘NAVENDÊN SIVÎL HEDEF HATIN GIRTIN'    Fore, got: "3 tesîsên tenduirstiyê, wesayîtên tenduristiyê û dibistanek bi êrîşan re rû bi rû amye. Ji ber êrîşan li herêma Hesekê îstasyona avê ku têrî 400 hezar mirovî dikir hatiye texrîbkirin."    Her wiha Fore, bilêv kir ku li herêmê herî kêm pêdiviya 170 hezar zarokî bi alîkariyê heye û alîkariya UNICEF'ê ya ji bo herêmê didome.    Fore, destnîşan kir ku heta êrîşên leşkerî bidomin wê sivîl tesîreke mezin jê bigirin, lê belê şert û merc çi dibin bila bibin divê sivîl û warên sivîlan bên parastin.