Hilbijartinên Bakurê Sûriyeyê: Dengdayîn bi dawî bû 2017-12-01 23:27:33   NAVENDA NÛÇEYAN – Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, li her sê herêmên Bakurê Sûriyeyê girtina sindoqên hilbijartinan ragihand.   Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ji ber hejmara zêde ya hilbijêran li her sê herêmên Bakurê Sûriyeyê dema dengdayînê du saetên din zêde kiribûn û li şûna ku sindoq di saet 20:00’an de bihatanan girtinê saet di 22.00'yan de hatin girtin   Li ser vê biryarê hemû sindoqên hilbijartinên qonaxa duyemîn a hilbijartinên Sîstema Federaliya Demokartîk a Bakurê Sûriyeyê saet di 22:00’an de hatin girtin û niha ji bo deng bêne cûdakirin sindoq ji cihên hatine diyarkirin re tên veguhastin.   MENSÛR SELOM: BI HILBIJARTINAN PROJEYA ME YA DEMOKRATÎK TÊ ÇESPANDIN    Hevserokê Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr Selom wiha got: Bi riya van hilbijartinan projeya me ya demokratîk tê çespandin.” Selom ku li Taxa Şehîd Xebat li Dibistana Îbrahîm Mesûd a bajarê Dêrikê dengê xwe bi kar anî wiha axivî: “Ev hilbijartin peyameke ji seranserî cîhanê re ye. Me hemû girêk û komployên li dijî gel derbas kirin. Ev hilbijartin kedeke ku bi saya wê gel xwe bi xwe bi rê ve bibe û nûnerên xwe bi awayekî azad û demokratîk hilbijêre.”