Nûçegihanê ANHA'yê û 5 sivîlên jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin 2019-10-14 19:49:29   HESEKÊ – Di konviya sivîlan de ku Artêşa Tirk êrîşî wê kiribû rojnmaven jî di nav de 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Îro nûçegihanê ANHA'yê û 5 sivîlên di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dabûn li Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin.    Tirkiyeyê, duh konvoya sivîlan a ji Qamişloyê ber bi Serêkaniyê ve diçû bombebaran kiribû. Di bombebaranê de rojnamevan jî di nav de 11 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 74 kes jî birîndar bûbûn. Di êrîşê de 4 rojnamevan birîndar bûbûn û îro ji rojnamevanên birîndar nûçegihanê Çira TV'yê Mihemed Hesen Reşo jî jiyana xwe ji dest da.    Di êrîşa duh de nûçegihanê ANHA'yê Seed Ehmed jî jiyana xwe ji dest dbû. Îro Ehmed û ji sivîlên jiyana xwe ji dest dabûn 5 kes li Şehîdgeha Til Temir a Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin.    Di merasîmê de Endamê PYD'ê Hesen Newaf Hac Elî, sersaxiya malbatan kir. Her wiha bavê Seed Ehmed jî axivî. Bav Mihemed Seîd Şêxmûs got: "Ez tenê ne bavç şehîd Seed im, ez bavê hemû şehîda me. Şehîdên me ji bo me û axa me azad bikin jiyana xwe ji dest dan. Em hemû yek in, em bi hev re dijîn. Hin kes hene dixwazin fesadiyê têxin nava me. Divê hayê me ji wan hebe. Artêşa tirk a dagirker û çeteyên pê ve dixwazin demografiya herêma me biguherînin. Çi dibe bila bibe beriya ehr tiştî divê em axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin."   Piştî axaftinan cenazeyê her 6 kesan bi dirûşme û tilîliyan hatin veşartin.