HDP çû serdena Serê Kaniyê û Nisêbînê 2019-10-14 17:21:08 RIHA /MÊRDÎN - Parlamenterên HDP’ê Serê Kaniyê yê ser sînorê Serêkaniya Bakurê Sûriyeyê ku şer û pevçûnên dijwar lê diqewimin ziyaret kirin. Li Nisêbînê jî, hevşaredaran esnaf ziyaret kirin.     Şandeyek ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Rihayê Nûmetûllah Erdogmuş, Ayşe Surucu û Omer Ocalan û endamên meclîsa partiyê pêk hat, navçeya Serê Kaniyê  yê ser sînorê Serêkaniya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku şer û pevçûnên dijwar lê diqewim ziyare kirin.  Şende derbasî avahiya HDP’ê ya navçeya  Serê Kaniyê bûn û agahî ji rêveberên partiyê girtin.    'DEWLETÊ TU BERGIRÎ NEGIRTIN E'   Rêverên partiyê ji şandeyê re, diyar kirin ku li Serê Kaniyê gel li holê hatiye hiştin û dewletê tu bergirî ji bo gel negirtiye û ev agahî dan: “Ewlekeriya canê me tuneye. Şer li ber serê me ye. Dewletê heya niha jî bergirî ne girtine.”   Şande piştî hevdîtinê vegeriya Rihayê    MÊRDÎN    Hevşaredarên navçeya Nisêbên a Mêrdînê Semîre  Nergîz, Ferhat Kut û endamên meclîsê esnafên bajerê ziyaret kirin. Hevşaredarên esnaf ziyaret kirin, peyamên aştî û yekitiyê dan. Welatiyan jî, diyar kirin ku çi dibe bila bibe ewê navçeya xwe terk nekin û hevî kirin ku ev şer demildest bi dawî bibe.