Parêzerên Hewlêrê: Êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer e 2019-10-14 17:06:31 HEWLÊR - Şaxa Sendîkaya Parêzeran a Hewlêrê piştgirî da gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê. Parêzeran anîn ziman ku êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer e. Şaxa Sendîkaya Parêzerên Herêma Kurdistan a Hewlêrê, li ber derê dadgeha Hewlêrê li dijî êrîşa Tirkiye ya li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê daxuyanî dan û piştgirî da gelên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê. Serokê şaxa Hewlêr ya Sendîkaya Parêzerên Herêma Kurdistanê Eyad Kakeyî daxûyanî xwend û got: "Çend roje dewleta Tirk bi binpêkirinên giştî yên dijî yasa û mafê mirovan, li dijî Rojavayê Kurdistanê dagirkerî daye destpêkirin. Em wek parêzeran nerazîbûna xwe tînin ziman û bang li welatên cîhanê dikin bila ne tenê bi daxuyaniyan piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bikin. Divê bi pratîkê bikin. Ev êrîşên Tirkiyeyê sûcê şer û cenosîd e. Meclîsa Asayîş û Neteweyên Yekbuyî jî li ser êrîşên Rojavayê Kurdistanê xwedî bijardene. Ji bo vê pêwîste erkê xwe pêkbînin.”