Hunermendan li dijî şer kampanya da destpêkirin: Şer bidin rawestandin! 2019-10-14 15:38:49 STENBOL – Hunermendan li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava dest bi kampanya îmzeyan a “Şer bidin rawestandin!” kir.  Hunermendên li Dijî Şer li ser change.org’ê li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava dest bi kampanya îmzeyan kirin. Kampanya ji aliyê hundermend û rewşenbîrên wek lîstikvan Denîz Turkalî, helbestvan Ahmet Tellî, Yelda Abbasî, Aynur Dogan, Mîkaîl Aslan, Mizgîn Tahîr, Emekçî, Ciwan Haco, Tara Jaff, Ezel Akay, Genim û gelek hunermendên din ve tê birêvebirin.    Metna bi sernavê “Şer bidin rawestandin!” ku bi kurdî, tirkî û îngîlîzî hat amadekirin û ji bo kampanyayê hat parvekirin wiha ye:    ‘ŞER BIDIN RAWESTANDIN!    “Ji bo ku em li hember gotin û polîtîkayên mîlîtarîst, li hember şer û li hember ruxandinê bisekinin zêde zêde hincetên me hene, ji ber ku EM HUNERMEND IN. Em qet tu xweferzkirin, çewisandin û înkarê napejirînin. Hemû gel, bawerî, cudahî dewlemendiyên çanda me ne. Em desthilatdariyê, îstila kirinê, bidestxistinê napejirînin… Em jiyaneke ku di qada aşitiyê de; xwişk û biratî, hevparî û demokrasî serdest e dixwazin. Edî bes e. Em naxwazin, miriyan bibînin, êşan bikişînin. JI ŞER RE, DEREWAN RE, TALANAN RE NA!...”    Kesên bixwazin formê îmze bikin dikarin li ser vê lîngê xwe bigihîninê: http://chng.it/7HzbtQL6hh