Mal û milkên Reza Zarrab û xizmên wî hatin desteserkirin 2017-12-01 21:27:38   NAVENDA NÛÇEYAN- Mal û milkên Reza Zarrab ku di doza Attîla ya ku li DYA'yê pêk tê de di asta îtirafkariyê de ye û di dema binpêkirina ambargoya li hemberî Îranê de yek ji wan kesên sereke bû, hatin desteserkirin.    Mal û milkên Reza Zarrab ku di doza Attîla ya ku li DYA'yê pêk tê de di asta îtirafkariyê de ye û di dema binpêkirina ambargoya li hemberî Îranê de yek ji wan kesên sereke bû, hatin desteserkirin.    Danişîna sêyemîn a doza Cîgirê Gerînendeyê Giştî yê Halk Bankê yê berê Mehmet Hakan Atilla ku li bajarê New York ê DYA'yê girtiye û Zarrab jî wek îtirafkar tê de cih digire, îro pêk tê.    Li gor nûçeya malpera soL haberê, biryara desteserkirina mal û milkên Zarrab û malbata wî hat dayîn. Di nivîsa ku bi fermana Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Hasan Yilmaz ji Gerîendetiya Şaxa Sûcên Malî re hat şandin de biryara desteserkirina mal û milkên Reza Zarrab hatiye dayîn. Di lîsteya desteserkirinê de navê keça Zarrab Alara Zarrab û xizmên wî yên nêz jî derbas dibe.