Şêniyên li sînorê Kobanê: Tehdîtek û êrîşek ji Rojava nehatiye 2019-10-14 13:15:59   RIHA – Jinên gundên Pirsûsê ku cîranê Kobanê ne diyar kirin ku ji aliyê din ê sînor heta îro guleyek jî nehatiye berdan û gotin: "Kurdan çi kiriye ji kê?”  Êrîşên Tirkiyê yên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 6’emîn de didomin. Li seranserî sînorê binxet û serxetê şer belav bûye. Şêniyên li ser gundên girêdayî navçeya Pirsûsa Rihayê yên li ser sînorê Kobanê diyar dikin ku ji ber topên hewanê yên nayên zanîn ji ku ve tên metirsiyên wan hene.    ‘ÎRO DÎSA HEMAN TIŞTÎ TÎNIN SERÊ KOBANÊ’    Yek ji van gundên li ser sînor e gundê Kêsmê yê girêdayî Pirsûsê ye. Salîha Şahîn a 60 li gund dijî diyar kir ku ew neçarin ji ber şer koç bikin û got: “Em şer naxwazin. Tekane daxwaza me ew e aştî û aramî li gundê me hebe. Em kurd in û zilm li me tê kirin. Xelkê me yê Rojava gelek tade dîtin. Cihê lê rakevin tune ye. Zarok û zêçê wan birçî mane. Çend sal berê Kobanê hilweşandin û xera kirin û xelkê perîşan kirin. Îro jî heman tişt li Kobaniyan tê kirin. Heta îro me tehdît li hember li ser gundê xwe nedîtiye. Ji hember tu êrîşek li dijî me pêk nehatiye kirin. Jin, zarok û kal û pîr dimirin. Heyf e. Em aştiyê dixwazin. Jin û zarok di bin tesîra şer de dimînin wê biçin ku?”    ‘DAIŞ WÊ DÎSA ZINDÎ BIBE’    Zelîha Aslan a 70 salî ku ji gundê Arabane jî diyar kir ku ji roja şerê li Sûriyê dest pê kiriye û heta niha ji aliyê Rojava tu êrîşek û tehdîtek li dijî wan çênebûye û xwest şer were rawestandin. Aslan anî ziman ku zirara xelkê Rojava negihîştiye wan û got: “Dema li wir şer qewimî jî tu êrîşek li dijî me çênebû. Lê niha çibû ku topên hewanê li vî alî dikevin. Kezeba me şewitî bila ya tu kesî neşewite. DAIŞ’ê 33 însan qetil kir. DAIŞ wê dîsa zindî bibe û însanan qetil bike. Em ji xeynî aştiyê tu tişekî din naxwazin.”    ‘KURDAN ÇI KIRIYE JI KÊ?’    Ayşe Çevîk a ji gundê Midêpa Pirsûsê ku bûka wê Nîlgûn Çevîk di êrîşa DAIŞ’ê ya li Gara Enqereyê jiyana xwe ji dest da jî dagirkirina DAIŞ’ê ya li ser Kobanê bibîr xist û got: “Amerîka ji aliyekî ve dibêje ‘ez li cem kurdan im’ û li aliyekî jî êrîşî me dike. Dinya li ku ye û vî şerî nabînin gelo? Ev razayî ne gelo? Kurd tên kuştin. Em ê biçin ku? Em ê çi bikin? Ne heyfa van însanan e?  Heke DAIŞ ji girtîgehan birevin wê dîsa bibin bela serê Kurdan û êrîşî me bikin. Em jî mirov in. Kurdan çi kiriye ji kê? Qey agahiya dinyayê ji me tune ye? Em aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin. Em naxwazin zarokên me werin kuştin.”