Ciwanê ji kar hat avêtin xwest întîxar bike 2019-10-14 12:39:20 AMED - Li Amedê, ciwanê ji kar hat avêtin, derket ser avahiya Şaredariya Mezin û xwest întîxar bike.    Li Amedê, kesê binavê E.A. yê di paqijiya Miduriyeta Ewlekariyê de dixebitî û ji kar hat avêtin, derket ser qata 4’an a Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê û xwest întîxar bike.    Xebatkarên şaredariyê û peywirdaran hewl dan ku E.A. dest ji hewldana întîxarê berde. E.A. di wê navberê de got, “Madem ez di karê xwe de baş bûm, wê demê çima we ez ji kar derxistim.”    Piştî hewldana nîv saetê E.A. dest ji întîxarê berda. Peywirdaran E.A. birin nexweşxanê.