Dr. Îpekyuz: Şer ji bo tenduristiya gel pirsgirêk e 2019-10-14 12:14:08 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Dr. Necdet Îpekyuz da zanîn ku şer bandorek neyînî li ser tenduristiya gel dike û got: “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye.”    Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Dr. Necdet Îpekyuz êrîşên Tirkiyê yên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand. Îpekyuz da zanîn ku şer û pevçûn bandorek neyînî li ser jiyana însnan dike û got: “Şer pirsgirêka tenduristiya gelekî ye.”   ‘XIZMET NAYÊ DAYÎN’    Îpekyuz diyar kir ku şer û pevçûnên li ser bajar û sînorê Rojava tê birêvebirin jiyana xelkê herêmê bi her awayî ser û bin dike û jiyana asayî ya însanan a rojane hatiye guhertin. Îpekyuz anî ziman ku ji ber şer û pevçûnên dijwar dê însan bêmal û bêwar bimînin û ev jî dibe sedemê nebaşiya tenduristiya xelkê. Îpekyuz destnîşan kir ku êrîşên li ser xebatkarên tenduristiyê tê kirin nayê qebûlkirin û ji ber êrîşan û pevçûnê hem li bajarê serxetê û hem j ili binxetê însan ji xizmeta tenduristiyê bêpar maye û mafê her kesî heye ku ji bo xizmeta tenduristiyê were dayîn.    Îpekyuz got ew bang li hemû raya giştî ya cîhanê dikin ku ji bo xizmeta tenduristiyê ya Rojava bikevin nava tevgerê û hestiyar nêz bibin.