Cenazeyê Bayhan ê cîsmek teqemenî di destê wî de teqiya hat veşartin 2019-10-14 11:55:37 MÊRDÎN – Cenazeyê Selahattîn Bayhan (55) ê li Nisêbînê ji ber cîsmek teqemenî di destê wî de teqiya û duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da hat veşartin.   Li taxa 8’ê Adarê ya navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 7’ê cotmehê de welatî Selahattîn Bayhan (55) ê li qadê pezê xwe diçêrand li cihê moloz lê hebûn cîsmek dît û dema xist destê xwe teqiya. Bayhan bi giran birîndar bû û rakiribûn nexweşxaneyê û dihat dermankirin. Bayhan duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Piştî kar û barên otopsiyê cenazeyê Bayhan vê sibehê birin Nisêbînê û li mizgeftek taxa Barişê nimêja cenaze kirin. Malbat û xizmên Bayhan cenaze birin li Goristana Hecaca defin kirin.