‘Beyî ku kuştin zêdebibe bila operasyon rawestin' 2019-10-14 09:55:17   ÎZMÎR - Nûnerên ÎHD û TÎHV'ê yên Îzmirê bertek nîşanî operasyon û êrîşên Tirkiye yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û xwest bêyî sivîl zêde bên kuştin operasyon bi dawî bibin.  Operasyon û êrîşên Tirkiye yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 6'an de berdewam dike. Heta niha di şer de gelek kes hatin kuştin. Têkildarî operasyonên heyî Nûnerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Nûnerên Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bertekên xwe anîn ziman.  Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmirê Zafer Încîn, diyar kir ku dê şer pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê mezintir bike û wiha got: "Divê hikûmet demek berî demekî dawî li van operasyonan bîne. Em weki parazvanen mafên mirovan her dem alîgirê aştiyê ne. Bi vê operasyonê hemû gelê Kurd û Tirk di bin talûkeyê de ne. Şer tê wateya kuştin û talankirinê. Geşedanên li Sûriye tenê dikarin bi diyalogê çareser bikin. Divê her kes li dijî şer bertekên xwe bîne ziman û li dijî şer raweste. Di şer de jin, zarok û sivîl tên kuştin. Diveê hemû eniya demokratîk û parazvanên mafên mifovan li dijî vê operasyonê dengê xwe bilind bikin."    ÎKTÎDARA SIYASÎ BI ŞER BI SER NAKEVE   Nûnerê TÎHV'ê yê Îzmirê Coşkun Usterci jî anî ziman ku anî ziman ku Tirkiye bi vê operasyonê mafê mirovên li Sûriyeyê îhlal dike û wiha got: Her mirov xwedî maf e ku di nava aştiyê de bijîn. Sedema ku Tirkiye ket şer iktîdara AKP'ê ye. AKP di aliyê aborî û siyasî de ketiye krîzê. Îktîdara AKP'ê dixwazin ser krîza aborî veşêre. Tirkiye li Idlibê ketiye nava celbê. Dixwaze xwe li Rojava bide xuyakirin. Îktîdara siyasî bi şer bi ser nakeve. Îktîdar bi vî şerî wê bi her kesî bide windakirin. Ji ber polîtikayên AKP’ê yên şer aborî têk çûye. Hemû kesên mafên mirovan û demokrasiyê diparêzin divê vê yekê baş bibînin. Divê em ji bo mafê xwe bi wêrekî têbikoşin. Divê em ji şer re bêjin raweste. Divê em têgeha mafên mirovan ji nûve ava bikin û ji bo vê yekê têbikoşin."