Dayikên Aştiyê: Ji mirina zarokan re bêdeng nemînin 2019-10-14 09:19:19 STENBOL - Dayikên aştiyê li dijî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketin û ev tişt gotin: "Mirina zarokan temaşe nekin. Em vî şerê rawestînin."   Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ku di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, bi bombebarankirina qadên sivîl didome. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bertek nîşanî êrîşa Tirkiyeyê dan û daxwazên xwe yên aştiyê dubare kirin û xwestin ku êrîş bên rawestandin.   'ERDOGAN KURDAN TEMÛL NAKIR'   Dayika Aştıyê Bedîa Gokgouz bêdengiya li hemberî êrîşê renxe kir û êrîşê weke dagirkeriyê nirxandin û wiha axivî: "Bi destpêkirina êrîşê re li her dû aliyên sînor jî sivîl mirin. Erdogan serkeftina kurdan qebûl nake. Kurd li wir dibûn xwedî statû. Vê yekê temûl nekir û ket şer."   'EM NAXWAZIN ZAROKÊN BIBIN ENIYÊN ŞER'   Dayika Aştiyê Gulsen Dag destnîşan kir ku gelên Tirkiyeyê ki şer xesar dibînin û wiha got: "Wê DAIŞ'î îro sibê ji girtîgehan birevin. Wê dest bi jêkirina serê mirovan bikin. Mirov ditirsin. Em qet vî şerî qebûl nakin. Em naxwazin polis û leşker bimirin. Em naxwazin ku zarokên me jî bibin eniyên şer."   'LI WÎ ALIYÊ JÎ Û LI VÎ ALIYÊ JÎ KURD DIMIRIN'   Dayika Aştiyê Perîhan Akbûlût jî anî ziman ku ew dixwazin şer bi dawî bibe û aştî pêk were û ev tişt gotin: "Heke kurd biçin Japonyayê û ki xwe re li wir jiyaneke biafirînin dê Tirkiye biçe êrîşê wir jî bike. Li wî aliyê sînor jî û li vî aliyê sînor jî kurd dimirin. Êdî kesî me tuneye. Cihan bû şahid ku em bedelên herî mezin didin. Xwîna zarokên me rijiya. Qûran dibêje ku heke mirov li hemberî zilmê serî hilnede şeytanê lal e. Mirovê li hemberî vê êrîşê bêdeng e şeytanê lal e. Divê ku em kurd destên xwe bidin ser wijdanê xwe û bibin yek. Bila kurd bibin dostê kurdan. Bila ji bo berjewendiyên xwe pişta xwe nespirên cihekî din. Bila pişta xwe nespirên dewletê. Bila cerdevan çekên xwe deynin. Ez bang li Barzanî dikim û dibêjim ku destê xwe dirêjî Rojava bike. Heke Rojava şîv be dê Başûr jî paşîv e. Bila ev neyê jibîrkirin."    'EM VÎ ŞERÎ RAWSTÎNİN'   Dayika Aştiyê Sabiha Bozan jî bertek nîşanî kesên êrîşê diparêzin û ev tişt anî ziman: "Herkesê ku piştgiriya êrîşê dike hevparê komkujiyan e. Di serî de Amerîka hemû cîhan êrîşan temaşe dike. Lorîkê hemû dayikan yek in. Ez bang li dayikên ku zarokên wan birine leşkeriyê dikim; Bila mirinê temaşe nekin û zarokên me nemirin. Şer, mirin, birçîbûn û tunebûn e. Ez bang li hemû partiyên siyasî dikim; Em vî şerî rawestînin û li vî welatî em tev bi hev re azad bijîn."