Ji Antalyayê berteka êrîşa: Erdogan ji kurdan çi dixwaze? 2019-10-14 09:18:47 ANTALYA - Welatiyên Antalyayê diyar kirin ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî kurdan e ev tişt gotin: "Zarok li ser destê dayikên xwe jiyana xwe ji dest didin. Erdogan ji kurdan çi dixwaze?"   Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 6'emîn de didome. Êrîşên hewayî yên li dijî şûnwarên sivîlan dibe sedem ku sivîl bi awayekî komî jiyana xwe ji dest bidin. Lê li gel vê yekê jî Tirkiye di berdewamkirina êrîşa xwe de bi israr e. Li Antalyayê welatiyan bertek nîşanî êrîşa Tirkiyeyê dan.    'DÊ KURD MEZUN QEZENÇ BIKIN'    Welatiyê bi navê Osman Topaloglû diyar kir ku êrîşê li dijî kurdan e û wiha got: "Erdnîgariya kurdan tê dagirkirin. Lê Cîhan vê ya weke operasyon dibîne. Ev bi awayekî aşkera şer e. Şerekî li dijî kurdan û Kurdistanê ye. Polîtîkaya tunekirina kurdan e. Berdewama polîtîkaya pişaftinê ya ku ji damerandina komarê ve berdewam dikeye. Gelên ku nikarin bipişîfînin dixwazin bi şer tune bikin. Lê wê bi ser nekevin. Wê kurd mezin qezenc bikin û Tayyîp winda bike."   'ŞEREKÎ QİRÊJ'   Welatiyê bi navê Dûrsûn Tûran jî bertek nîşanî mirina sivîlan da û ev tişt anî ziman: "Êrîş "şerekî qirêj" e. Divê ku gelê kurd li hemberî êrîşê bê deng nemîne. Divê ku li her derê kurd berxwedanê bi pêş bixin. Wê kurd destûrê nedin komkujiyê. Wê kurd ji vî şer û komkujiyê re bibêjin raweste."    'ZAROK LI SER DESTÊN DAYIKÊN XWE DIMIRIN'   Welatiya bi navê Zekiye Kiliç diyar kir ku di êrîşan de jin û zarok dibin hedef û wiha wiha got: "Gelê kurd ji mal û milkê xwe dibe. Zarok li ser destên dayikên xwe dimirin. Li Serêkaniyê jin û zarok jî di nav de sivîlan dikujin. Erdogan çav berdaya axa kurdan. Êdî bes e, bila destê xwe bestika gelê kurd derxe. Erdogan ji kurdan çi dixwaze?"