Berteka li dijî êrîşê: Heke wiha bidome dê DAIŞ dîsa zindî bibe 2019-10-14 09:18:06   STENBOL - Rojnameger Îslam Ozkan û Endama Meclisa Jinan a KÎD'ê Hatîce Kavram êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin û diyar kirin ku êrîşa Tirkiyeyê xizmeta zindîbûna DAIŞ'ê dike.    Nivîskar û rojnameger Îslam Ozkan û Endama Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Hatîce Kavram êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin. Ozkan diyar kir ku dê êrîşa Tirkiyeyê bi pirsgirêk derbas bibe û wiha got: "Divê ku êrîş tenê ji aliyê leşkerî ve neyê nirxandin. Dê hêla dîplomasiyê de rojên gelek bi pirsgirêk li benda Tirkiyeyê ne. Dibe ku heta radeyekî êrîşa Tirkiyeyê ji aliyê Rûsya û Amerîkayê ve bê qebûlkirin lê piştî 15 roj mehek dê Tirkiye bi pirsgirêkên micid re rû bi rû bimîne. Nafikirim ku Tirkiye bigihîje armanca xwe."   'DERBARÊ ÊRÎŞÊ DE GELEK PIRS HENE'   Ozkan DAIŞ'iyên di bin kontrola QSD'ê de bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Ne pêkane ku mirov bibêje DAIŞ bi temamî qediyaye. Dema ku hat gotin qediyaye li hin deveran Iraqê derket. Niha jî ku tê gotin îmha bûye careke din derket piyasê. Divê ku li dijî DAIŞ'ê têkoşîneke bi stratejiyeke dirêj derkeve holê. Derbarê êrîşê de gelek pirs hene. Heke DAIŞ'î bên berdan dê Sûriye, Tirkiye û herêm bi talûkeyên mezin re rû bi rû bimînin. Qebûlnekirina DAIŞ'iyan heye. Trump dibêje ku li Yekitiya Ewropayê (YE) re hiştiye. YE'yê ev qebûl nekir. Ji ber vê yekê dê statuya hiqûqî ya navneteweyî ya vê rewşê çi be? Wê kî vana darizîne. Heke cezayê muebbetê û darvekirinê bê dayîn dê kî van cezayan pêk bîne. Îhtîmal heye ku DAIŞ careke din zindî bibe. DAIŞ'ê dibêje ez têm."   'DAIŞ DEST BI ŞAHIYAN KIRIYE'   Ozkan destnîşan kir ku DAIŞ'ê ji êrîşa Tirkiyeyê kêfxweş e û ev tişt got: "Heta ku DAIŞ'ê êrîşê Ewropayê neke dê Ewropa bertek nîşan nede. Lê heke li Ewropayê dest bi êrîşan bike dê civaka navneteweyî têkeve nav liv û tevgerê. Di rewşeke wiha de Tirkiye di mijara êrîşê de gelek tengije. Nûçeyên ku nehatine piştrastkirin tên bihîstin. DAIŞ ji bi êrîşa Tirkiyeyê re liv û tevgera xwe zêde kiriye û dest bi şahiyan kiriye. Heke ev ji dil be, rewş gelek xeternak e."   'PEYMANA MEDINEYÊ PEYMANA PÊKVE JIYANÊ YE'   Endama Meclisa Jinan a KÎD'ê Hatîce Kavram anî ziman ku şer ji bo hemû gelan encamên xerab bi xwe re tîne û wiha got: "Êrîşa Tirkiyeyê êrîşeke derveyî mirovahiyê ye. Zarok dimirin. Kesên şer dan destpêkirin ne mirovên ku di şer de mexdûr bibin. Heke hinek şer dixwazin bila ji bo xwe bixwazin. Ji bo vê êrîşê di mezgeftan de sureya fethê dan xwendin. Ev yek jî nîşan dide ku tiştekî ji cîhadê fêm nekirine. Cîhad ne şer e. Vê yekê ji bo meşrûkirina şer dikin. Peymana Medîneyê ji bo gelan peymana azadiyê û pêkve jiyan e. Îro jî gelên me dikarin ji xwe re referand bigirin. Di şerê Bosnayê de sirp û misilman di çarçoveyê de li hev rûniştin û li hev kirin. Sûdanî û fîlîpîniyan jî ev ceribandin. Ev tiştekî ku neyê kirin nîne. Heke hûn ji bilî şer ji mirovan re sozê hin tiştên din jî bidin dê gel dikarin bi hev re bijîn. "   Kavram di berdewamê de bal kişand ser zindîbûna DAIŞ'ê û ev tişt gotin: "Bi êrîşa Tirkiyeyê re DAIŞ'î ji girtîgehan direvin û êrîşên întixarî pêk tînin. Heke wiha bidome dê DAIŞ careke din zindî bibe. Ev êrîş jî xizmeta vê yekê dike. Ji hemû gelan re aştiyê dixwazim. Dixwazim ku hemû gel destê xwe bidin ser wijdanê xwe bi hev re bijîn."