Rûsya: Em bang li hemû aliyan dikin kudawî li bobelata bakurê Sûriyeyê bînin 2019-10-13 23:02:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Rûsyayê têkidlarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û ev tişt got: "Em bang li hemû aliyên tevlî pêvajoya çareseriya Sûriyeyê bûne dikin ku dawî li bobelata mirovî ya bakurê Sûriyeyê bînin."    Rûsyayê têkidlarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Serokê Navenda Lihevanîna Aliyan ê Rûsyayê yê li Sûriyeyê Aleksey Bakîn diyar kir ku Rûsya bang li hemû aliyên tevlî pêvajoya çareseriya Sûriyeyê bûne dike û ji wan dixwaze ji bidawîanîna li bobelata mirovî ya bakurê Sûriyeyê gav bavêjin.   Bakin wiha axivî: "Em bang li hemû aliyan dikin ku bi awayekî lezgîn ji bo ku bobelata mirovî ya bakurê Sûriyeyê bi dawî bibe bergiriyan bi pêş bixin. Ji bo rizgarkirina penaber û gelê sivîl divê pirsgirêkên têkildar bi awayekî lezgîn bên çareserkirin."