SANA: Artêşa Sûriyeyê ber bi bakur ve ket nav tevgerê 2019-10-13 21:41:22   NAVENDA NÛÇEYAN - SANA'yê ragihand ku Artêşa Sûriyeyê bi armanca pêşiya êrîşên Tirkiyeyê bigire ber bi bakur ve ketiye nav liv û tevgerê.   Ajansa Nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku Artêşa Sûriyeyê ber bi bakurê Sûriyeyê ku di bin êrîşa Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê de ket nav liv û tevgerê. SANA'yê vê agahiyê bi van gotinan ragihand: "Yekîneyên Artêşa Sûriyeyê, bi armanca ku 'bersiv bidin êrîşa tirk' ber bi bakur ve ket nav tevgerê."